Trêna rêwiyên azad

Mizgîn Ronak Aydin

Ku em kengê rastî van têgîhan werin, em dizanin em li trêna rast, yanî li trêna Deleûze – Guatarî suwar bûne û ji îstasyona hişmendiya dogmatîk, hiyerarşîk û yekperest a ku Nazîsmê anî serê mirovahiyê û bi sosyalîzma Stalînîst jî xeyal û rastiya azadî û edaletê şikand, bi dûr ketine. Çi ne ew têgîh? Kerem bikin…

Ferq, ferqa mînor û major, daxwaz (viyan), şîzoanalîz, antî oîdîpos, koçbertî, bêcîh û warbûn û kokbinyatî û hwd… Ramîna bi van têgîhan qefesên yekperest, piranîperest, statîk û zordest dişkîne û rêya bûyîn, guherîn û veguherîna bêdawî, ferqhezî û pirrengiya afirandkar vedike. Mînak, wateya “ferqa mînor” ev e; ji bo ku tu ferqek nebe navend, timî xwe di qadên cuda de diafirîne û bi ferqa xwe ya guherbar herikînê xweştir dike û hwd… Ev rêbaz û rêgeh û bergeha ku navê wê şîzoanalîz e, helbet kelemê li hember psîkanalîza Freûdyen e! Lewre li gor perspektîfa Deleûz-Guatarî, psîkanalîza kesayetê navborî, bi kompleksa Oîdîpos, di prosesên derehişî de cewherek çêdike û bi wê awê derehiş, xedim dike.

Ji ber vê yekê terzê fikirîna şîzoanalîtîk datînin dewsa kompleksa oîdîpal û bi wî awê derehiş bi daxwaza şîzoîd dibe qada xweşkirin û afirandinê. Li ser vê bingehê fikirîna felsefî, ji cendereya dubarekirina têgîhê û gotinên fîlozofên din rizgar dibe û ji bo fîlozof dibe cîh û warek geş ê peydakirin û dîtina têgîhên xwebûnî. Jixwe tê gotin ku ev têgîh di heman demê de hawar û qedera fîlozof in jî. Û şîzoanalîz jî ji bo ku prosesa ramîna afirandkar e, geşbûna jiyanê ya bi ferqa mînor û daxwazê û bêcîh û warbûn e. Bi vê awê tu fikr û hebûn ji yên din bilindtir an jî nizimtir nîn in. Her wiha di şîzoanalîzê da her heyîn di rewşa xwe ya yekane de, ne bi dijberên xwe, lê bi ferqa xwe ya çalak, guherîna xwe ya ebedî û bûyîna xwe heye. Ligel van nîşeyan, şîzoanalîz; perçekirina kodên derehişê yên li ser bingeha oîdîpos û aweyê ramîna *reaktîf e û li şûna wan; hêza serwer a xweşker (Nîetzsche), daxwaza bedenê ya çalak (Spînoza) û bûyînê (Bergson) datîne loma jî wiha tê pênasekirin, ”makîna daxwaza hilberîner a derehişê ye”. Yanî bi kinasî, dijberê pergala psîkanalîzê ya ku bi derehiş, ego, îd, egoya super û berdewamên xwe, mirov difetisîne ye.

De ka em çend nîşeyên bibîrxistinê yên din jî li vê babeta ku wek deryayek e, zêde bikin. Sal 1968, meh Gulan e û giyan û çalakvaniya azadîxwaz, ba û bahoz li dinyayê rakiriye. Tam di wir de Deleûze û Guattarî dibînin ku teoriyên heyî yên rast û çep, ji ber hevrengiya xwe ya totolîter nikarin “bûyerê” fam jî bikin, vebêjin jî. Jixwe Guattarî, di hevpeyvînek xwe de wiha dibêje; ”me dît ku em bi zêdekirina vagonek Freûdyen a li ser trêna marxizm-Lenînîzmê, nikarin bersîva ku em lê digerin bibînin.”

Her wiha ên ku çav li Antî-Odîp û Hezar Zozan a ku pêldarî, qatqatîbûnî û bi zîvronekiya zanîna herikbar nîşanî mirov dide gerandibin, hêza aweyê ramîna azad a rastînî û efsûnî hîs kirine, sergêjiyên wê jî… Lew halê hazir yekane felsefe û terzê ramînê ya dijberê teoriyên dogmatîk û antî Freûdyen, ev herdû fîlozofên hemdem in ne Lacan û yên nêzîkên wî. Ji ber ku di vê rêya fikr û dilê azad da xwedîtin û li hev hatin heye, bûyîna herdemî, pirbersîvî, pirrastînî, pirhelbestî û pirîhtîmalî heye.

Di vir da felsefe jiyan e, jiyan jî felsefe ye. Bi te re dikeve, radibe, bi te re radizê û şiyar dibe, bi te re xemgîn û dilgeş dibe, bi te re çay vedixwe, li fela qehwê mêze dike. Her wiha stranan dibêje, bi pey helbestan dikeve, bi xwe dikene, henekê xwe bi xwe dike, mukur tê, lê tim serbilind, ronî û şanaz e. Di vir de felsefe, lêpirsînerî û pûtşikêniya Nîetzscheyê Zeredeşthez e, sermestiya Spînozayê dînewer e. Ne zirxên serdestane, ne textên nêrane û bizarkeriya wan û ne jî ezberkerî û ji xwe xwarina bi aqilê xelkê ye. Di vir de felsefe zarok e, dikeve, dikene, mezin dibe. Di vir de felsefe tu yî, ez im, ew e, em in.

Li aliyê din dixwazî bi şîzoanalîzê, dixwazî jê nehaydar; redkirina binehiş û Kompleksa Oîdîpos, ne înkarkirina rengên dîrokî yên Oîdîpos û ne jî varyantên bavkujiyê yên kevn û nû ne. Çimkî mîtos jî rastiyên di vê derbarê da jî, beriya psîkanalîzê jî hebûn û dê her tim hebin jî… Mînak, hêj hefta borî, lawek, bavê xwe yê sercerdevan ê ku dixwest diya wî bikuje kuşt. Her wiha demek berê xwarziyek hevalekî min bavê xwe kuştibû û hevalê min wiha gotibû: ”Min sebeba wî jê nepirsî, ku heq nekiriba, dê nekuşta!” Yanî bavîtî bi te vî varyantên xwe yên deshilatdar, di tevî dewletên makro û mîkro de li ser text e û bavkujê xwe diafirîne. Dê biafirîne jî, lew heta bavîtiyên wilo hebin, dê bavkuj jî hebin.

Lê em li Hezar Zozanên azadiyê bigerin. Hezar car zozan bi zozan bigerin, ma kî biqasê me kurdan bayê zozanan, koçberî û bêcîh û warbûnê dizane. Bila psîkanalîz jî di nav ego, super ego û îdên xwe de biperpite. Jixwe hem Oîdîposê me û wî ne yek in hem jî mîtos û rastî nikarin di nav çend têgîh û laboratuwaran de bên hepiskirin. Dê trêna şîzoanalîzê, hemî azadîhezan bi bûyîna wan a azad bi xwe re bibe. Oxir be.

1 – Bin Yayla, Antî-Odîp Deleuze-Guattarî

2 – Felsefe Dersleri, Deleuze

3 – *reaktif: têgîha ku ji kîmyayê tê, behsa kes û rewşên ku bi aweyê ramîn û jiyana xwe qet ne çalak in û tim li benda bandorên derva û encamên wan in dike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx